Çile 06, 2021 15:33 Asia/Tehran
  • 6ê Çileya 2020î - Zêdetir ji miliyonek û 41 hezar kes ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 261 hezar û 903 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 40 hezar û 521 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6283 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 261 hezar û 903 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 82 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 55 hezar û 830 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 87 miliyon kesî.

Amerîka bi zêde ji 21 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 365 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.

 

Serepeyv