Çile 05, 2021 15:54 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Divê tu bikarhênerên sermiyanê xwe di bêewlehî de hîs nekin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: "Her bikarhênerên sermiyanê û veberhênanek ku bi qanûnî li welêt kar bike, nabe ku ewlehiya aborî, civakî û siyasî hîs bike."

Li gorî malpera ragihdandinê ya serokatiyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, roja Sêşemiyê di sed û not û çaremîn civîna Navenda Hevrêziya Aborî de, ragihand ku zêcebûna xebitandina sermayê û veberhênanê li her welatekî yek ji girîngtirîn faktorên geşepêdana aboriyê û serfiraziya wê ye. Ji holê rakirina teşwîqên ku sermaye ji welêt dertêxe û teşwîqkirina kişandina sermiyan ji derve nav welêt du gavên bingehîn di warê pêşketina domdar û xurtbûna aboriya welêt de ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, ewlehî û baweriya hevbeş a hikûmet û sektora taybetî di kişandina sermiyanê de hêmanek(bingehek) sereke û bingehîn bi nav kir û diyar kir: Tu sermayedarek ku bi qanûnî li welêt sermiyana xwe dide xebitandin divê di pêvajoya beşdarbûna pêşketina welêt de bêewlehiya aborî, civakî û siyasî hîs neke. 

Rûhanî armanca dijmin wekî sizayan eva da zanîn ku ew hewl didin pêşî li veberhênana di geşepêdana binesazî û pêşketina welat de bigirin û got: Hikûmet hertim hewl daye ku bi rakirin berbendan û bi sererastkirina qanûn û rêzikên giran û çêtirkirina reformên burokrasiyên zirardar, sermiyanê bikişîne nav welêt da ku bi vî rengî, ew ê hem sizayan bêbandor bike û hem jî bigihêje armanca zêdekirina hilberînê û baştirkirin û paşxistina parametrên (nîşanderên) aboriya berxwedanî.

Serepeyv