Çile 05, 2021 11:18 Asia/Tehran
  • Kemalwendî: Zengînkirina % 20 a uranyumê li sazgeha Fordow dest pê kiriye

Berdevkê Teşkîlata Enerjiya Atomê ya Îranê despêkirina zengînkirina uranyumê ya% 20 li sazgeha Fordow ragihand.

Li gorî IRNA, "Behrûz Kemalwendî" şeva Duşemê di hevpeyvînekê de digel beşa nûçeyan a Kanala Yekem a Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê got: "Zengînkirina % 20 a uraniyomê li navendên zengînkirinê ya Fordow dest pê kiriye û gihêştiye asteke mayinde."

Kemalwendî diyar kir ku ev bûyer li gorî cihanîna pêngava stratejîk a rakirina dorpêçan bû û wiha gotina xwe domand: "Ev çalakî ji bo parastina mafên gelên Îranê hat kirin û ev bûyer di 12 saetan gihêşte encamê."

Kamalvandi, diyar kir ku di sala 2010 de me sotemeniya navokî ya zengînbûyî di asta % 20 berhem anî û ev kapasîte ne tiştekî nû ye û diyar kir: Şiyana me heye ku em ser % 20 jî bi hêsanî uraniyomê zengîn bikin û em vê yekê jî hildikolin.

Serepeyv