Çile 04, 2021 20:15 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Terorkirina serdar Silêmanî mînaka terorîsma dewletî ye rêxistinkirî ye

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê terorkirina serdar Sipehbud Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê va wek mînaka terorîsma dewletî ya rêxistinkirî, binpêkirina aşkira ya hakimiyeta neteweyî û serxwebûna Iraqê û binpêkirina hakimiyeta Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.

Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di nameyekê bo komeke Serokmeclîsên welatên cîhanê, Serokê Yekîtiya Nav-Parlimanî, Sekreterên giştî yên Civata Parlimanên Asyayî û Îslamî û Antoniyo Gotêrêş, Sekreterê giştîyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku roja Duşemiyê hat weşandin, ragihand: Dewleta Amerîkayê roja 3ê Çilerya 2020î bi kiryareke terorîstî ya rêxistinkirî û hedefmend, serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, ji Fermandarên payebilind ên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê şû hevriyên wî di qada ne-leşkerî ya Balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê û bi rêya êrîşa mûşekî şehîd kir.

 

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî eşareeta bi vêya ku sefera sipehbud Silêmanî bo Iraqê li ser vexwendina dewleta vî welatî bûye, ragihand: Vî rayedarê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê di heyama salên dawî da wek şêwirmendê herî payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê li kêleka hêzên çekdar û dewleta Iraqê roleke giorîng di têkoşîna dijî terorîsmê li vî welatî hebûye.

Qalîbaf terorkirina sipehbud Silêmanî li dijî rêziknbameya NY û Konvansiyonên navneteweyî da zanîn û destnîşan kir: Vê kiryara terorîstî ziyaneke ciddî li hewildana civata navneteweyî jibo têkoşîna dijî terorîsmê, hakimiyeta qanûnê di danûstandinên cîhanî da û ewlehî û tenahiya navçeyê xistiye û aştî û aramiya navneteweyî bi awayekî ciddî xistiye ber metirsiyê.

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di vê nameyê da tevî şermezarkirina kiryara terorîstî ya dewleta Amerîkayê, li ser pêwîstiya hewildana meclîsên cîhanê û civata navneteweyî jibo pêşîlêgirtin ji dubarebûna karesatên wiha terorîstî pêgirî kir.

 

 

Serepeyv