Çile 04, 2021 14:57 Asia/Tehran
  • Meyadina Uraniyûmê bi rêjeya sedî 20 li navenda Fordoyê destpê bû

Berdevkê Dewleta Îranê qala destpêbûna pêvajoya berhemanîna Uraniyûmê bi rêjeya meyandina sedî 20ê li navenda Fordoyê ya başûrê Têhranê kir.

Elî Rebîyî, Berdevkê Dewleta Îranê tevî eşareta bi fermana Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê jibo cihanîna Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk jibo Rakirina Boykotan, got: Pêş-pêvajoya têkirina gazê li Navenda Fordoyê destpê bûye û îro Duşemî yekem berhema Uraniyûma meyandî bi rêjeya sedî 20ê dê bi dest keve.

Rebîyî her wiha got: Tevahiya vê pêvajoyê, piştî pêkanîna kiryarên seretayî ji wan haydarkirina Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê û radestkirina pirsnameya plandarêştinê li gorî sozên pademanî yên Îranê pêk hatiye.

Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk jibo Rakirina Boykotan pêkhatî ji 9 xlaan e ku pêwîstdarkirina dewleta Komara Îslamî ya Îranê jibo meyandina Uraniyûmê heta rêjeya sedî 20, zêdekirina zimhêrên Uraniyûma meyandî (zengînkirî) ya asta xwarê ya Komara Îslamî û Behrewergirtina Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ji nifşa nû ya Sntrîfiyojên IR2M û IR6 ji babetêîn vê qanûnê ye.

 

 

Serepeyv