Çile 03, 2021 22:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê: Divê gel nûçeyên cihêrengî yên derbarê vaksînê qebûl nekin

Wezîrê Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî yê Îranê bang li gel kir ku dev ji qebûlkirina nûçeyên cihêreng ên derbarê vaksînê berdin.

"Seîd Nemekî", Wezîrê Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Bijîşkî Pizîşkî yê Îranê, roja Yekşemê li rex serdanek jibo Resedxana wezaretê got: "Şukra Xwed bi tedbîrên hatin girtin û hevkariya gel, jimara miriyên ji ber koronayê li Îranê nêzîkî jimareya du reqemî bûye."
Derbarê dabînkirina vaksînê de jî Namaki got: "Bidestxistina vaksînê bi awayên cûrbecûr tê şopandin û tîmek ji bo diyarkirina olewiyeta lêxistina derziya vaksîna korona destnîşan bûye."

"Seîd Nemekî" diyar kir: Olewiyeta lêxistina derziya vaksîna Koronayê di nav civakê de hatiye diyar kirin û di yekem firsendê de piştî gihîştina vaksînê dê komên bi rîskên zêde werin vexwendin ku derziya vaksîna Korona werbigirin.

Nemekî di derbarê vaksîna Koronayê ya îranî de jî got: "Bi kêfxweşî, karê di warê çêkirina vaksînên navxweyî de baş dimeşe û ji bo bidestxistina encamên erênî yên hilberîna vaksîn rêbazên derzîkirin û ceribandinên klînîkî yên herî serkevtî têne bikar anîn."

Derzîlêdana vaksînê ya mirovî ya qonaxa yekem a lêkolînên klînîkî ya yekem aşîya(vaksîna) Korona ku li Îranê hate hilberandin, hefteya borî ji hêla koma lêkolînê ya Navenda Birêvebir a Îmam Xomeynî (re) ve bi navê taybetî "Kuvo Iran Barakat" hate encamdan.

Serepeyv