Li Îranê Koronayê canê 102 kesên din jî stand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322841-li_Îranê_koronayê_canê_102_kesên_din_jî_stand
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 102 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 55 hezar û 540 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2021 14:46 Asia/Tehran
  • Li Îranê Koronayê canê 102 kesên din jî stand

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 102 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 55 hezar û 540 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 5 hezar û 960 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 497 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 243  hezar û 434 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 13 hezar û 18 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.