Li Îranê Koronayê canê 102 kesên din jî stand
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 102 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 55 hezar û 540 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 5 hezar û 960 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 497 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.
Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 243 hezar û 434 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 13 hezar û 18 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.