Dîplomatê Rûsî: Biryara Tehranê ya zengînkirina uranyomê di asta sedî 20 dihat pêşbînîkirin
Nûnerê Rûsyayê yê di rêxistinên navneteweyî yên li Viyenayê de tekez kir ku biryara Tehranê ya destpêkirina zengînkirina uranyomê di asta ji sedî 20 de dihat pêşbînkirinê.
Li gorî IRNA, Mikhail Ulyanov, nûnerê Rusyayê di rêxistinên navnetewî de ku cihê wan li Viyenayê ne, roja şemî li ser rûpela xwe ya Twitter nivîsî: "Bi vekişîna Amerîkayê ji Lihevkirina Navokê de mirov dikaribû ku vê pêngava Îranê (ya zengînkirina uranyomê heya % 20) pêşbînî bike ."
Lawrence Norman, nûçegihanê Wall Street Journal li Ewropa, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand: "Di 31 Kanûn, 2020, Îranê nameyek ji Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) re şand û tê de biryara xwe ya zevgînkirina uranyomê ji sedî 20 ragihand".
Di 1ê Kanûna 2020 de, Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê pêşniyar qanûna "çalakiyek stratejîk ji bo rakirina ceza û dorpêçan û parastina mafên gelê Îranê" pesend kir.
Qanûna Çalakiya Stratejîk a Rakirina Sizayan 9 bendan li xwe digire, li gorî vê yekê ger ku ceza neyên rakirin Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di nav 3 mehan de dê çalakiyên xwe yên aktîfkirina "santrifûjeyan" bide destpê kirin.
Yekîtîya Ewropî û Troika Ewropî (Almanya, Brîtanya û Fransa) piştî derketina neqanûnî ya Amerîkayê ji Peymana Navokî soz dan ku dê vê peymanê biparêzin, lê heya niha ti gaveke pratîkî ji bo parastina peymanê de ranekirine.