Çile 02, 2021 19:00 Asia/Tehran
  • Zerîf: Her cûre lîstina bi êgir dê tûşî bersiva ciddî were

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî hişyarkirina Serokomarê Amerîkayê destnîşan kir: Her cûre lîstina bi êgir dê tûşî bersiva ciddî were.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê di twitterê da nivîsî: Lêzanînên nû ji Iraqê nîşan didin ku aliyên şerxwaz ên Israîlê di halê komplogeriyê jibo êrîşa lis er amerîkiyan in da ku Trumpê di halê çûyînê da bi behaneyên sexte têxin nav şêrr.

Zerîf xetabî serokomarê Amerîkayê nivîsî: "Trump, haya te ji davikê hebe. Her cûre lîstina bi êgir, dê tûşî bersiva cidî were, nemaze li dijî heman dostên te yên nêzik."

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha roja Pêncşemiyê di twittekê da wek berteka li hemberî zêdebûna tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li navçeya Kendava Farsê nivîsî: Îran li dû şêrr nîne, lê di berevaniya ji gel, ewlehî û berjewendiyên xwe yên neteweyî dê şik û gumanê nede xwe."

Zerîf her wiha nivîsî: Dewsa têkoşîna dijî Koronayê li Amerîkayê, Donald Trump û hevrêyên wî bi miliyaran dolarî jibo rakirina (balefirên bomberêj ên) B52 û şandina komkeştiyên şêrr bi navçeya me berhewa dikin.

 

Serepeyv