Çile 02, 2021 11:21 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey koça dawî ya ayetullah Misbahê Yezdî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ji ber koça dawî ya alimê rebanî, feqîh û hekîmê têkoşer, Ayetullah Muhemedteqî Misbahê Yezdî sersaxî da.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Şemiyê bi peyamekê tevî sersaxîdana ji ber koça dawî ya ayetullah Muhemedteqî Misbahê Yezdî bo binemala hêja û şagird û hogirên vî mielimê mezin, ragihand: Ew ramanwerekî mezin, rêveberekî hêja, xwedan zimanekî zelal di gotina heq û piyekî berxwedêr di riya rast da bû.

Hezretê ayetullah xamineyî ragihand: Xizmetên ayetullah Misbahê Yezdî di berhemanîna ramana dînî û nivîsîna pirtûkên rêveker û perwerdekirina şagirtên bijare û bibandor, di amadebûna înqilabî û di hemî meydanên ku hewcetî bi hebûna wî dihat hestkirin, bi heq û însaf kêm mînak e.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha ragihand: Xweparêzî û parsayî taybetmendiya wî ya hertimî ji serdema xortaniyê heta dawiya emr bû û tofîqa meşiyana di rêka meirifeta tohîdî, xelata mezin a Xwedê bo vê têkoşîna demdirêj e.

 

Ayetullah "Muhemed Teqî Misbah Yezdî", endamê Civata Pisporên Rêberiyê û serokê Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya Îmam Xumeynî (RE) êvara Înê piştî çend rojan razana li nexweşxanê, xatirê xwe ji vê dunyayê fanî xwest.

Serepeyv