Çile 02, 2021 08:41 Asia/Tehran
  • Serdar Silêmanî, Qehremanê cîhanê yê têkoşîna dijî terorîsmê

Îro Şemî 2ê Çileya 2021ê hevdem digel 13ê meha Dêyê ya sala 1399an salvegera şehîdbûna serdarê sipehbud Qasimê Silêmanî Fermanbdarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ye.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî Muhendis alîkarê serokê Heşda şeibiya Iraqê hevrê digel 8 kesên din roja 3ê Çileya 2020î di encama mêrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û terorîst ên amerrîkî li nêzikî balefirgeha Bexdaya Iraqê şehîd bûn..

 

Serdar Silêmanî ku wek Seyid ul Şuhedayê Berxwedanê tê naskirin, di heyama temenê xwe yê bi bereket wek fermandarê Sipaha Îslamê bêyî berçavgirtina miliyetan jibo bilindbûna îslamê û Quranê di riya piştgiriya ji miletên bindest ên misilman hewil da.

Şehîd Silêmanî wek Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî  her wiha roleke girîng di jinavbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê hebû û bi salan bi rêxistinkirina hêzên seferrberiya gelanî li van welatan, aramî û ewlehî xelatî gel kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî piştî şehîdbûna serdar Silêmanî di peyamekê da ragihand: Bi salan têkoşîna ji dil û wêrekane di meydanên têkoşîna dijî şeytan û şerûtên alemê û bi sala hêviya şehîdbûna di rêya Xwedê da, serê axir Silêmaniyê ezîz gihandie vê cîgeha bilind û xwîna wî ya paqij bi destê mirovên herî cinayetkar rijiya ser erdî.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku şehîd Silêmanî kesayetiyê navneteweyî yê Berxwedanê ye û gişt hezkiriyên Berxwedanê xwînxwaz û tolhildêrên wî ne, got: Bila gişt dost û her wiha gişt dijmin bizanin ku xetê cîhada Berxwedanê dê bi vîneke duberanber were domandinh û serketina tekûz li benda têkoşerên vê rêya pîroz e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî ragihand: Gelê Îranê dê bi rêzdarî şehîdê payebilind serdarê Sipehbud Qasim Siulêmanî û şehîdên hevrêyê wî nemaze têkoşerê mezin ê Îslamê, Ebûmehdî El-Muhendis bi bîr bîne.

Serepeyv