Rûhanî û Qalîbaf ji ber koça dawî ya Ayetullah Misbahê Yezdî sersaxî dan
Hesen Rûhanî Serokomar û Muhemed Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda, ji ber koça dawî ya ayetullah Muhemed Teqî Misbahê Yezdî endamê Civata Şarezayên Rêbertiyê û Serokê Enistîtûya Fêrkarî û Lêkolînî ya Îmam Xumeynî (Re) sersaxî dan.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî di peyama xwe da tevî sersaxîdana ji ber koça dawî ya ayetullah Misbahê Yezdî, ji Xwedayê dilovan jibo wî rehmet û lêborîn û jibo gişt yên mayî sebr û tendurustî xwest.
Muhemed Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê jî di peyamam xwe da tevî sersaxîdana ji ber koça dawî ya alimê rebanî, rûhaniyê payebilind û muctehicê muhezeb, Ayetullah Muhemed Teqî Misbahê Yezdî, got: Ew kesayetiyekî bijarte di asta merceyiyeta dînî û ji ramanwer, xwedînêrîn û ramangerên nasyar ên cîhana Şîeyan bû ku di seranserî temenê xwe yê bi bereket jibo hînbûn, belavkirina zanistên îslamî û perwerdekirina feqî û hezkiriyên meirifetên dînî hewleke bilind da.
Ayetullah "Muhemed Teqî Misbah Yezdî", endamê Civata Pisporên Rêberiyê û serokê Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya Îmam Xumeynî (RE) êvara Înê piştî çend rojan razana li nexweşxanê, xatirê xwe ji vê dunyayê fanî xwest.
Ayetûllah "Muhemed Teqî Misbah Yezdî", mûctehîd, fîlozof, şîrovekarê Quranê û mamosteyê Navenda Zanistên Olî (Huzeya Îlmiye) ya Qomê, ji ber nexweşiyê eva nêzîkî mehek e ku li nexweşxanê de bû û dihat dermankirin.
Serokatiya Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya Îmam Xumeynî (RE), endamtiya Meclîsa Pisporên Rêberiyê, endamtiya Konseya bilind a Înqilaba Çandî, endamtiya Civata Mamosteyên Huzeya Îlmiye ya Qomê û serokê Konseya Bilind a Meclîsa Cîhanî ya Ehl-Beytê ji berpirsiatên Ayetullah Misbah Yezdî bûn.
Li ser zanistên îslamî di warên wekî şîrove, felsefe û zanînên îslamî de gelek xebatên wî hene; Di nav pirtûkên wî de "Hînkirina Felsefeyê", "Exlaq di Quranê de" û "Teoriya Siyasî ya Îslamê" hene.