Çile 02, 2021 00:15 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Tirsonekiya terorkirina serokên biyanî wekî markeyek bazirganî ya Amerîkî-Îsraîlî ye

Di berteka nûçeyên derewîn ên hin medyayên Amerîkayê de, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tirsonekiya terorkirina serokên biyanî wekî Brend û markeyek bazirganî ya Amerîkî-Îsraîlî binav kir.

Malpera Washington Times duh (Pêncşem) îdia kir ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bi kuştinê tehdît kir.

Washington Times îdia kir ku Serokê Komara Îslamî ya Îranê duh diyar kir ku Trump mîna Seddam bû û got: Sedamê dîktatorê îdambûyî yê Beesa Iraqê heşt salan şer li ser Îranê ferz kir û di dawiyê de hikûmeta wî hilweşiya û ew jî îdam bû,Trump jî eva sê sal in şerê aborî li ser me sepand , ew ê di hefteyên bê de ji ser hikûmetê bikeve û ew bi xwe jî ji ber sûc û zilmên ku kirine dê di dîrokê de rûreş bibe.

Seîd Xetîbzade, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, roja Înê li ser hesaba xwe ya Twîtterê nivîsî: "Tirsonekiya terorkirina serokên biyanî wekî Brend û markeyek bazirganî ya Amerîkî-Îsraîlî ye ne ya îranî".

Xetîbzade destnîşan kir ku divê Washington Times ji weşandina nûçeyên derewîn û tesîbatên dijî Îranê xwe dûr bigire , her çend ku vê rojnamê berê di berdêla drav de gotari ser xêra koma terorîst û neqanûnî ya munafiqan weşandibû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di dewama vê twîtta xwe de ji karbidestên Washington Times re gotiye: "Heqê muxatebên we nivîsar û  naveroka çêtir e."

Serepeyv