Çile 01, 2021 23:43 Asia/Tehran
  • Başbûna derdora milyonek pêketiyên Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku heya niha 995 hezar 570 kes ji nexweşên Koronayê baş bûne û vegeriyana ser jiyana xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 286 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 803 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 231  hezar û 429 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 114 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 55 hezar û 337 kesan.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine nêzîkî 84 milyon kesan bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 828 hezar kesan can dane û zêde ji 59 milyon kes jî baş bûne. 

Serepeyv