Çile 01, 2021 23:24 Asia/Tehran
  • Li welatên curbicur ên cîhanê şehîdên berxwedanê Sulêmanî û El-Muhendis li salvegera yekem a şehadeta wan bi bîr hatin

Merasima salvegera şehîdbûna serdar Qasim Silêmanî û şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis li konsolxana Îranê Li Kerbelayê û gelek welatên cîhanê li dar ket.

Li gor IRNAyê, Ji bilî Îran û Iraqê, Merasima salvegera yekem a şehîdbûna  serdar Qasim Silêmanî serfermandarê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî û şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebî bi destê hêzên terorîst ên Amerîkayê, Li bajar û welatên vurbicur ên din ji wan li Komara Azerbaycan, Pakistan, Efxanistan, Endonezî, Uman û Tayland jî li dar ket.

Beşdaran di van merasimande li ser berdewamkirina riya şehîdên Berxwedanê şehîd Sulêmanî û El-Muhendis sekinîn û xwestin ku bila sebebkarên terorkirina van şehîdên hêja werin darazandin û cezakirin û bila hêzên terorîst ên Amerîkayê ji navçê derkevin.

Herwiha li van merasiman daxuyaniyên curbicur pêşkêş bûn û tê de cinayetên Amerîkayê li cîhanê bi taybet li navçê hatin şirovekirin û ev cinayetên wekî terorkirina serdar Sulêmanî û şehîd El-Muhendis hatin şermezarkirin.

Serdar sertîp Hac Qasim Sulêmanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Înqilaba Îslamî ku ser vexwendina fermî ya hikûmeta Iraqê çûbû wî welatî bi Ebu Mehdî el-Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebî  û  8 rêhevalên wan ve di êrişa hewayî ya terorîstên Amerîkî de li roja 3 Çileya 2020 li nêzê balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê, şehîd bûn.

Serepeyv