Kanûn 31, 2020 19:37 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Îranê: Navçeya me têkoşerekî rasteqîn ê aştiyê ji dest da

Wezareta karên derve ya Îranê di twittekê di bereberê salvegera şehîdbûna serdarê sipehbud Hac Qasim Silêmanî, ragihand: "Navçeya me têkoşerekî rasteqîn ê aştiyê ji dest da."

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta karên derve ya Îranê roja Pêncşemiyê di bereberê salvegfera şehîdbûna serdar şehîd Hac Qasim Silêmanî, di twittekê da tevî eşareta bi vê yekê ku terorkirina Serdar Silêmanî rastiya Amerîkayê aşkira kir, nivîsî: Navçeya me têkoşerekî rasteqîn ê aştiyê ji dest da, Ji konferansa Bonê heta têkoşîna bêrawestan jibo xelaskirina navçeyê ji DAIŞê, serdar Silêmanî di şerê jibo aramiyê li Rojhilata Navînê û wêdatirê roleke taybet hebû.

 

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî Muhendis alîkarê serokê Heşda şeibiya Iraqê hevrê digel 8 kesên din roja 3ê Çileya 2020î di encama mêrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û terorîst ên amerrîkî li nêzikî balefirgeha Bexdaya Iraqê şehîd bûn.

 

 

Serepeyv