Kanûn 31, 2020 12:08 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Tolhildana serdar Silêmanî tarîxa xilasbûnê tune

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê vîna gelên misilmnan ên cîhanê jibo tolhildana ji sebebkarên cinayeta terorîstî ya şehîdkirina serdarê sipehbud Qasim Silêmanî nevegerr da zanîn.

Serdarê serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di peyamekê da bi boneya salvegera şehîdbûna serdarê serfiraz ê Îslamê, sipehbud Qasim Silêmanî, got: Ev şehîdê payebilind kesayetiyê navneteweyî yê Berxwedanê ye û gişt hogirên berxwedanê xwînxwazê wî ne.

Serleşker Baqirî got: Şehîd Silêmanî qehremanê neteweyî û îslamî ûp Fermandarê mezin ê Bereya Berxwedanê bû ku karî bi nêzikkirina dilên umeta îslamî û hevgirtina wan di bin fermandarî û mektebekê da, bereya berxwedana dijî zorbêjî û pêveka wê ya qirêj yanî rêjîma zarokuj a siyonîst xurt bike û hêza pûşekî ya Amerîka têk bişkêne.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Dijminê tirsok ku di warê şer û rûbirûbûna leşkerî da, nedikarî lin hemberî  vî mezinmêrê cîhad û şehadetê raweste, di tarîtiya şevê da û becamêrane ew û hevriyên wî bi êrîşa firokeya bêfirokevan teror kir, bi vê xeyalê ku zincîra berxwedan û têkoşîna wî bibizdîne, lê bi amadebûna miliyonî ya gelên Îran, Iraq û welatên navçeyê di merasima oxirkirina  vîşehîdê payeberz da, sîleheke din li rûyê zorbêjan hat lêdan.

 

 

Serepeyv