Kanûn 31, 2020 08:40 Asia/Tehran
  • Xetîbzade bo Pompêo: Cîhanê nexwest ku bibe dîlê zorbêjiya we

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Çarşemiyê bi şev tevî amajeya bi serneketina hewla zexta herîpirr a Amerîkayê li dijî Îranê, xetabî Mayk Pompêoyê wezîrê karên derve yê Amerîkyê got: Cîhanê nexwestiye ku bibe dîlê zorbêjiya we.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka bo twitta vê dawiyê ya Pompêo ku Îrann wek hokara aloziyê û gefa dijî Amerîkayê û hevpeymanên vî welatî day zanîn û mijara zexta herîpirr a li dijî gelê Îranê destnîşan kiriye, nivîsî: Piştî çar salan ' Têkçûna herî pirr ', Pompêo bi neçarî xwe avêtiye bextê propagandaya bêbingeh da ku karesata ku pêk aniye p şopandiye, wek serketinekê bide zanîn.

Xetîbzade her wiha nivîsî: Gel sade nîne û cîhanê nexwest ku bibe dîlê zorbêjiya we. Zûtirkê malî ava!

 

 

Serepeyv