Balyozê Îranê li Bexdayê: Em naxwazin Iraqê bibe meydana şer
Îro roja çarşemê 30.12.2020an Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî ragihand ew dikarin bi 3 awayan tola Qasim Silêmanî, Ebû Mehdî Muhendîs ji Amerîkayê bistînin.
Bi minasebeta terorkirina yek saliya Fermandarê Supayê Quds ê Supayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê şehîd serdar Qasim Silêmanî û Serokê Desteya Heşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs li Balyozxana Îranê ya Bexdayê merasîmek birêveçû. Îrec Mescîdî di merasîmê de axivî û aşkere kir ew bi 3 awayan dikarin tola serdar Silêmanî û Muhendis ji Amerîkayê bistînin û ew jî wiha ne, derxistina artûşa Amerîkayê ji Iraqê, rizgarkirina Qudsê û têkbirina siyaseta Waşîngtonê li deverê.
Balyozê Îranê Mescîdî, dibêje Iraq welaê pêxember û îmaman e û rast nîne Iraqê bibe navenda şerê Amerîka û Îranê.
Herwiha derbarê şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs jî Îrec Mescîdî aşkere kir wan herduyan şerekî mezin li dijî rêxistinên terorîstî yên weke DAIŞê û El Qaîdeyê dan despêkirin û wê nav û qehremaniya herduyan di dîrokê de were nivîsîn û ew ê ticaran ji bîr nebin û her tim di dilê gelan de bimînin.