Rûhanî: Serdar Sulêmanî qehremanek neteweyî û serbilindiya neteweyên misilman e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: General şehîd "Qasim Sulêmanî" qehremanek neteweyî û serbilindiya milletê Îranê, miletên navçê û miletên Misilman e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, Îro çarşemiyê li civîna wezîran bal kişand ser helkefta salvegera şehadeta Serdar Sulêmanî û got: Sala ku sibê diqede, bi xem û êşa şehadeta serdarekî mezin re hevrê bû ku ji aliyê karbidestên Amerîkayê ve ji wan serokomar û wezîrê derve yê vî welatî hat terorkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, diyar kir ku kesên din jî hevparên cinayeta terorkirina fermandarê Hêza Quds ya Supayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ne û di dewamê de got: "Eva mafê gelê Îranê ye ku tola xwîna ezîzê ber dilê xwe bistîne û parastina mafê berheq wî ezîzî bikin."
Rûhanî bi bîrxistina oxirkirina meytê şehîd Sulêmanî li bajarên curbicur ên Îranê, got: Trump û rejîma Îsraîlê qet hizir nedikirin ku gişt Îran, Iraq, Libnan û dever bi xemgînî ji ber jidestdayîna vî serdar û fermandarê şehîd derkevin kolanan.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dengdana parlemantarên Iraqê bo vekêşana leşkerên Amerîkî ji wî welatî jî derbek mezin bû li rejîma terorîstî ya Amerîkayê da ku ew nefikirin ku li Iraqê cîhek wan heye.
Rûhanî herwiha got: Şehîd Sulêmanî heye; Ew şehîdek zindî yê dîrokê ye û sekna berxwedanê bi heman coş û hîn bêtir hêzê xebata xwe didomîne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha diyar kir ku sala 2020 ji bo hemî welatên cîhanê saleke dijwar bû û got: "Ji destpêka vê salê û heta dawiya sala 2019`an jî, welatên cîhanê tûşî vîrusek hatin ku di sedsala borî de bêhempa bû û di warê çand, perwerde, têkiliyên aborî yên civakê û hwd de ketin tengasiyê û li hemî welatên cîhanê di warê aborî, perwerde, çandî û tenduristiya civakê de pirsgirêkên mezin çêbûn.