Kanûn 30, 2020 13:20 Asia/Tehran
  • Zerîf: Berpirsiyariya encamên şerfiroşî û şerûdiyên li herêmê, li ustiyê Amerîkayê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di peywendiya telefonê digel hevtayê xwe yê Qeterî, tekez li ser vê yekê kir ku pêwîst e welatên navçê di dabînkirina aramî û ewlehiya berfireh de beşdar bin û derbarê encamên şerfiroşî û şerûdiyên Amerîkayê li navçê hişyarî da.

Li gorî IRNAyê, wezîrê karên derve yê Qeterê Mihemed Cewad Zerîf û wezîrê karên derve yê Qeterê Muhemed bin Ebdul Rehman Alê Sanî êvara Sêşemiyê di pêwendiyek têlefonê de li ser mijarên herî dawî yên têkiliyên dualî û geşedanên herêmî gotûbêj kirin.

Zerîf şirovekirina nêrîna Komara Îslamî ya Îranê li ser hewcetiya beşdariya hemî welatên navçê di dabînkirina aramî û ewlehiya berfire, dûr ji destêwerdanên biyanî û dûrketina ji her tengezariyê, behsê hin tevgerên bi guman û xerab ên Amerîkayê li navçê kir û tekez kir ku encamên her  şerfiroşî û şerûdiyeke gengaz dê li ustiyê Waşîngtonê bibe.

Serepeyv