Kanûn 29, 2020 15:49 Asia/Tehran
  • Erdekaniyan  digel Serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî

Wezîrê Hêzê yê Îranê ku çûye Iraqê, bi serokwezîrê vî welatî ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNAyê,  Wezîrê Hêzê yê Îranê roja Sêşemiyê   digel  Mistefa  Kazimî serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî  û derbarê mijarên dualî  pêra şêwirî.

Di vê hevdîtinê da du aliyan derbarê berfirehkirina pêwendî û hevkariyên dualî gotûbêj kirin.

Erdekaniyan li cem nûçegihanan li Iraqê got: Têhran dê hefteya din mazûvana civîna Komîsiyona bilind a hevpar a alîkariyên aborî û ticareta Îran û Iraqê piştî şeş salan rawestnê be.

 

 

Serepeyv