Kanûn 29, 2020 12:03 Asia/Tehran
  • Yekem waksena îranî ya Koronayê hat lêdan

Yekem Waksena Koronayê ya îranî ya çêkirî ji aliyê lêkolerên îranî va bi derzîlêdana li ser kesên xwebexş hat nimandin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRIB Newsê, Derzîlêdana mirovî ya qonaxa yekem a lêkkolînên kilînîkî ya waksena berhemhatî ji aliyê koma lêkolînî ya Erkantiya Cihanînê ya Fermana Hezretê Îmam Xumeynî (Re) bi navê taybet ê "Kov-Îran-Bereket" pêk hat.

Hucet Nîk Melikî, Berdevkê Erkantiya Cihanînê ya Fermana Hezretê Îmam Xumeynî (Re) got: Bi wergirtina destûra ceribandina mirovî, îro yekem qonaxa testa bi derzîlêdana li ser kesên xwebexş destpê bû û ceribandina mirovî ya Waksena Koronayê ya berhema lêkkolerên îranî bi derzîlêdana li ser çend kesên xwebexş destpê bû.

Serepeyv