Kanûn 28, 2020 21:15 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Êrişên li dijî şandeyên dîplomatîk ên Ii Iraqê nayên qebûlkirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku êrişên Ii dijî şandeyên dîplomatîk ên li Iraqê nayên qebûlkirin û cihê şermezariyê ne.

Li gor Ajansa Mehr Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade got: Îran naxwaze tu nakokî li herêmê pêk were, lê ew ê ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze.

Xetîbzade herwiha got: “Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê li ser daxwaza me serdana Tehranê kir. Danûstandinên girêdayî geşedanên dawîn pêk hatin. Têkiliyên me bi Iraqê re xurt in. Şêwirînên di navbera her du aliyan de jî tiştekî asayî ne.”

Ajansa Mehr herwiha ragihand ku şandeyeke iraqî bi serokatiya Ebû Cîhad El-Haşmî serdana Tehranê dike û ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyameke nivîskî ji rayedarên Îranê re bi xwe re tîne.

Serepeyv