Li Îranê Koronayê canê 121 kesên din jî stand
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 121 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 54 hezar û 814 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro duşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 5 hezar û 908 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 798 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.
Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 206 hezar û 373 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha 960 hezar û 751 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 81 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 770 hezar kesan can dane.