Kanûn 27, 2020 14:00 Asia/Tehran
  • Şemxanî bertek nîşanî fîlma dijî lihevnêzikbûna misilmanan a

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê çêkirina fîlma Banûya Bihîştê bi armanca xistina duberetiyê navbera misilmanan da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja Yekşemiyê twitt kir: Raza berzbûna îslama resen, yekîtî û lihevnêzikbûna mezheban e.

Şemxanî nivîsî: Siyasetên bereya rojavayî, ibrî, erebî di bin stratejiya nakokîçêkirinê da, rojekê bi damezirandina DAIŞê û rijandina xwîna gelên misilman û rojekê bi çêkirina Banûya Bihîştê tê şopandin.

Fîlma sînemayî ya Banûya Bihîştê bi mijara jiyana Hezreta Fatimeyê (S) keça Pêxemberê Îslamê (S), ji aliyê kompaniya inglîzî ya "Enlightened Kingdom" va hatiye çêkirin.

Nivîskarê vê fîlmê Yasir Hebîb e ku sala 2003an li pey bêrêziya li pêxemberê hêja (S) piştî ku biryara girtina wî li Kuweytê tekûz bû, dewletên Amerîka û Inglîzê helahela bi rê xistin û bi jêstandina mafê wî yê welatîbûn aKuweytê, Inglîzê mafê penabertiyê da wî.

 

 

Serepeyv