Kanûn 24, 2020 16:18 Asia/Tehran
  • Gotinên pûç ên Trump û gefa wî ya li dijî Îranê

Serokomarê Amerîkayê bi girêdana boxtanên derew û bê belge li dijî Îranê, êrişên bi rokêtan ên vê dawiyê ser balyozxana Amerîkayê li Bexda avêt ustiyê Îranê û îdia kir her amerîkiyek ku were kuştin, Îran berpirsyar e.

 

Li gor Fars Newsê, Serokomarê vê demê yê Amerîkayê Donald Trump di van rojên dawiya deshilata xwe de li riyekê digere ku bi awayekî şikesta xwe li hilbijartinên serokomariya vî welatî bicerbîne û dilê xwe hêsa bike û ji aliyê din ve serokomariya xwe bi hêz û qawet bêxe berçavan, vêca baştirîn rê ji xwe re ev dîtiye ku gefê li Îranê bixwe. Vêca Trump derbarê êrîşa yekşemiya borî li ser balyozxana Amerîkayê li Bexdayê, bê belge îdia dike ku mûşek ji Îranê ve hatine avêtin. 

Trump dibêje behsa êrîşeke din  bo ser Amerîkiyan li Iraqê tê kirin û ew  gef li Îranê dixwe ku her Amerîkiyek li Iraqê bê kuştin ew Îranê berpirs dizane.

Ev gef û tehdîdên Trump di demekê de ye ku duh, berpirsên ewlekariyê yên Amerîka bi Trump re civiyane û derbarê rêgirîkirin li êrîşan de hin pêşniyar xistine ber destê Trump.

Her yek ji Cris Miller wezîrê bervaniyê bi wekalet, Wezîrê Derve Mike Pompeo, şêwirmendê ewlekariya niştimanî Robert Obrayan di civînê de amade bûne û her yek bi awayekî bê belge îdia kirin ku Îran hewl dide navçê aloz bike.

Fermandarê Hêzên terorîst ên Centcomê Kenneth F. McKenzie jî îdia kir ku Waşîngton qet li dû şer û pevçûna li hemberî Îranê nîne.

Di hember de Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser hesaba xwe ya Twîtter bersiva Donald Trump da ye û jê re dibêje tu nikarî bi gotina ku “Li derve metirsî li ser welatiyên me heye” şikistên xwe yên navxwe bi taybet di warê rûbirûbûna coronayê de veşêrî.

Serepeyv