Kanûn 24, 2020 13:37 Asia/Tehran
  • Şîreta Xetîbzade ji Trump re: Di rojên xwe yên dawiyê li Qesra Spî ji çêkirina alozî û serpêhatiyên bi taluke xwe dûr ke

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê hişyariyek tund da Serokê rejîma Amerîkayê û şîret lê kir ku di rojên xwe yên dawiyê li Qesra Spî de ji alozî û serpêhatiyên xeternak dûr bikeve.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî 
 ya Îranê Seîd Xetîbzade îro berteki nîşanî gotinên pûç ên serokomarê Amerîkayê Donald Trump û îdiayên CENTCOM da û got: Wekî ku berê jî hate gotin, bersiva Îranê li hember terorîzma Amerîkayê eşkere, wêrek û li gorî asta xwe ya guncaw e, ji ber vê yekê  ji rejîma Amerîkayê re baş e ku senaryoyên maqûltir bikar bîne da ku bikare pînekirina  fitnefiroşî û alozîçêkirinên xwe bide qebûlandinê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî 
 ya Îranê bi redkirina tawanbariyên Trump û Centcomê, got: "Çawa ku bi caran hatîye dîyar kirin, êrîş li ser avahiyên dîplomatîk û niştecîh ji aliyê me va têne red kirin û di vê mesela taybetî de,  tawanbarên sereke Amerîka bi xwe û şirîk û hevalbendên wê yên li herêmê ne ku lê digerin alozî û fitnefiroşiyên nû li navçê berfire û zêde bikin.

Xetîbzade tometbar kirina Îranê di derbarê êrîşa ser balyozxana Amerîkayê li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve wek gotin û boxtanên berê yên dubare û ji rastiyê dûr’ da zanîn û diyar kir: Amerîka bi van boxtanan hewldide rewşa xirab û pir dijwar a niha ku Trump tê da ye veşêre an ji ber çavên raya giştî dûr bêxe. 

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump li ser rûpela xwe ya Twitterê, bêyî ku belgeyek pêşkêş bike û tenê bi weşandina wêneya çend gullên hawanê yên nediyar, Îran tawanbar kir bi êrişa roketî ya ser balyozxana Amerîkayê li Bexdae.

Êvara Yekşemê bi kêmî heşt rokêtan li taxa Kesk a Bexdadê ketin, pişt re balyozxana Amerîkayê ev êrîşa piştrast kir û ragihand ku pergala berevaniyê ya li balyozxanê ev êrişa roketan bê encam kir.

Serepeyv