Kanûn 23, 2020 19:17 Asia/Tehran
  • Çawaniya hebûna Îranê di avedankirina navçeyên azadkirî yên Komara Azerbaycanê hat vekolandin

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bakûyê û Serokê Desteya rêveber a Ajansa avakirina bajarokên biçûk û navgînî ya Komara Azerbaycanê çawaniya hebûna kompaniyên îranî di avedankriina navçeyên azadkirî yên li Qerebaxê vekolandin.

Seyid Ebas Mûsewî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bakûyê roja Çarşemiyê li ser twittera xwe tevî amajeya bi hevdîtina xwe digel Orxan Mehmedov, S  got: Di vê hevdîtinê da derfetên pêşber jibo hevkariya digel beşa taybet, dewletî û karafirînerên Îran û Komara Azerbaycanê di warên cûrbecûr nemaze li navçeyên azadkirî hat vekolandin.

Mûsewî her wiha nivîsî: Îran û Komara Azerbaycanê dê bi zûtirkê belgeyekê jibo hevkairyan jibo beşdariya kompaniyên îranî di avakirina navçeyên azadkirî li Qerebaxê wajo bikin.

Kompaniyên îranî pêştir amadetiya xwe jibo amadebûn di projeyên avakirina navçeyên azadkirî yên Komara Azerbaycanê li Qerebaxê ragihandine.

Ilham Eliyêv, Serokê Komara Azerbaycanê vê dawiyê ragihand, dewleta Bakûyê meraq dike ku kopamniyên welatên dost di pêvajoya avakirina navçeyên azadkirî yên vî welatî li Qerebaxê bi awayekî çalak beşdar bibin.

 

Serepeyv