Zanganeh: Îran hewl dide neftê li bazara cîhanê bifroşe
Wezîrê Nefta Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê tevî berdewamiya ambargo û dorpêçên zalimane yên Amerîkayê, hewl dide neftê li bazara cîhanê bifroşe.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjen Namdar Zanganeh şeva Duşemê li rex civînekê digel cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak ji nûçegihanan re got: "Li ser çawaniya firotina nefta Îranê bi hevkariya Rusya tu gotûbêjek çênebûye." .
Bîjen Namdar Zengene ku ji bo hilkolandina rewşa bazara cîhanê ya neftê çûye Moskowê, derbarê muzakireya xwe bi rayedarên rûs re got: Rûsya di salên dawiyê roleke bi bandor ji bo biserûberî û îstiqrara bazara cîhanî ya neftê hebûye û di vê seredanê ji ber hevkariyên cidî di navbera Tehran û Moskowê li bazara neftê, li hevdîtina bi rayedarên rûs re di çarçova OPEC Plus jî hin hevşêwirîn û gotûbêj hatin kirin ku bîr û bawerên du alî di vê barê de li hev nêzîk e.