Zerîf: Sê welatên Ewropî berpirsiyariyên xwe derheq Lihevkirina Navokî binpê kirine
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişannd ser daneyên(zanyariyên) bazirganî yên navbera Îran û Ewrûpa di salên 2014 heta 2019 de û got: "Sê welatên ewropî yên endamên Lihevkirina Navokî bi tundî berpirsyariyên xwe yên li gor vê peymanê binpê kirine."
Li gor IRNA; Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser rûpela xweya fermî ya Twitterê peyamek weşand û tê de tekezî li ser çend mijaran di civîna wezîrên karên derve yên endamên mayî yên Lihevkirina Navokî kir.
Di peyamek Twitterê de, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina xwe digel wezîrên karên derve yên Çîn, Rusya, Almanya, Fransa û Brîtaniya de wiha rave kir: 1-Muhleta herî dawiyê ji bo sê welatên Ewropî yên endamên Lihevkirina Navokî bo rizgarkirina vê lihevkirinê. 2-Daneyên bazirganî 2014-2019 yên navbera Îran û Yekîtiya Ewropî îsbat dikin ku sê welatên Ewropî peywirên xwe yên li gor Peymana Navokî binpê kirine, 3. Sê welatên Ewropî li kêleka Amerîka zirarên bêveger gihandine îraniyan û di vî warî de ew şirîkên amerîkiyan in.
Zerîf nivîsî: "Almanya, Brîtanya û Fransa di nav demek diyarkirî de derbarê cihanîna peywirên xwe li gor Peymana Navokî soz û qirarin dan ku cih neanîn." Zerîf di dewamê de nivîsî: Cedwela diyarkirina demê ya Peymana Navokî meseleyeke ye ku ji vê lihevkirinê cida nîne û muzakireya dubare nepêkan e. Krîz û rêkirina çekan bo herêma me bi piranî ji Amerîka û sê welatên Ewropî çavkanî girtiye.
Zerîf berdewam kir: "Welatên demokratîk nikarin ji Tehranê bixwazin ku biryara Meclîsa Şêwra Îslamî binpê bike,".
Zerîf destnîşan kir ku divê her kes vegere Lihevkirina Navokî, gava ku Amerîka û her sê welatên Ewropî wezîfeyên xwe bicîh bînin, Îran dê yekser ji kiryarên ku di bersiva vekişîna neqanûnî ya Amerîkayê û binpêkirinek eşkere ya soz û qiraran ji aliyê hersê welatên Ewropî de cih anîne, dev berde û zûka vegere ser pêwirên xwe yên li gor Lihevkirinê.
Civîna nefermî ya wezîrên karên derve yên Îranê û koma 4 + 1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn) roja Duşemê bi amadebûna berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell, bidawî bû, û di dawiya civînê de daxuyaniyek hevbeş hate weşandin.
Di vê daxuyaniyê de, wezîrên karên derve yên Îranê û koma 4 + 1, digel berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, pabendiya xwe ji bo parastina Lihevkirina Navokî dubare kirin û gotin ku biryarnama 2231 ya Konseya Ewlekariyê ya NY hîn jî divê ku cih were.