Kanûn 21, 2020 12:06 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Efganistanê dê sibe were Têhranê

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Efganistanê li ser vexwendina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê sibe anku Sêşemiyê were Têhranê.

Li gorî rapora Sekreterxaneya Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Hemdullah Mohib, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Efganistanê di seredana xwe ya Têhranê da wê derbarê mijarên dualî, pêvajoya plana aştiya Efganistanê û alûgorên navçeyî digel Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ra biaxive.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Efganistanê her wiha di vê seredana yekrojî da ji bilî hevdîtina bi Şemxanî ra, wê tev hin rayedarên bilind ên siyasî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê jî biaxive.

 

 

Serepeyv