Rêberê mezin ê Înqilabê: Çalakî û têkoşana Hemşîreyan di rojên Koronayî de ew ji bo hemî gavan ezîz kirin (hat nûkirin)
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê hemşîre bi navê Melekê Dilovaniya Nexweş bi nav kir û got: "Hemşîreyên hêja, di dema Corona de û di şert û mercên pir dijwar bi êsterstir ji rewşa adetî de karek mezin tomar kirin û dîmen û çalakiyên ku bi rastî ecêb in ji xwe nîşan dan."
Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, roja Yekşemê di axaftinek zindî û televîzyonî de bi minasebeta ji dayikbûna Hezreta Zeyneb Kubra (silava Xwedê lê be) û bi minasibeta roja Hemşîreyan, ev rojê li hemşîreyan pîroz kir û di vî halî de ji bo malbatên hêja yên ku hemşîreyên xwe yên hêja ji ber Coronayê ji dest dane sersaxî xwestin.
Hz. Ayetullah Xaminêyî amaje bi rola hemşîreyê di başbûna laşî û aramiya derûnî ya nexweş de kir û got: Di warê başbûna laşî ya nexweş de, hemşîre hevkar û alîkarê pizîşk(dixtor) e û Pizîşk çiqas zana û jêhatî jî bibe, lê ger hemşîre pê re nebe, diqewme başbûna laşî ya nexweş asteng bibe û jê re pirsgirêk çê bibin.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi bîr xist: Di warê arîkariya giyanî de, hemşîreyek bi lêvkenî an tevgereke bi dilovanî û gotineke bi dilovanî û xweş di rastiyê de ji nexweş re bibe xemrevîn û dilgermî û hêviyê bide wî û ev yek ji nirxên bilind ên ola Îslamê ye.
Hz. Ayetullah Xaminêyî bal kişand ser dijwarbûn û bi êsteres û bi fukarbûna karê hemşêreyan di dema pandemya Koronayê ji ber îhtîmala ketina bi vê nexweiyê û got: Hewldan û têkoşanên hemşîreyan di vê rewşê û serdemê de ew li ber çavên mirovan ji her demî zêdetir hêjatir û bi rûmettir kirin.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser erk û berpirsiyariyên karbidestan li hemberî hewildan û canfidayiyên hemşîreyan û got: Bi kargirtina hemşîreyan karekî pêwîst û pir baş e ku divê bi cidî were şopandin da ku hemşîre bi fikreke vekirî û hêvîdarî karê xwe bikin û bi ewle bixebitin û malbatên wan ji derheq rewşa karê wan nekevin fukaran.