Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Hemşîre roja îro ji her demê zêdetir li ber çavên mirov hêja û ezîztir in
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Roja îro, Nêrs û Hemşîre roja îro ji her demê zêdetir li ber çavên mirov hêja û ezîz û bi şeref in.
Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, îro yekşemiyê di axaftinek têlêvîzyonî ya zindî de bi minasebeta ji dayikbûna Hezretê Zeyneb (a.s) û roja Nêrs û hemşîreyan ku bi salvegera jidayikbûna Hezretê Zeyneb (s) hatî xemilandin, li hemşîreyan pîroz kir.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hêviya xwe diyar kir ku Xwedê teala xêr û bereketê bide hemî hemşîreyan û wan di axiret û vê dunayê de bextewar bike û aqubiteke xweş bike nesîbê gişt komên hemşîre û nêrsan.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî gotinên xwe wiha domand: Hemşîre hem alîkariya laşê nexweşan dikin û hem jî baştirbûna wan kirina têxin lezgîniyê û xilas bûna wan ji nexweşiyê mimkun dikin û hem jî tenahî û aramiyê dide ruh û giyanê nexweş û bi berlêvkenî, peyvek germ û kar û tevgereke bi dilovanî nexweş hesteke baş û hêvîdariyê dide nexweş û bandorê li giyanê wî dike.
Hz. Ayetullah Xamineyî, diyar kir: Roja îro, hemşîre hevkar û şirîkênên dixtoran in; divê ev pir girîng were dîtin.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî herwiha sersaxî ji malbatên hêja re yên ku di bûyerên Coronayê de hezkiriyên xwe ji dest dane xwest û ji Xwedê teala xwest ku wan kesên ku canê xwe feda kirine û fedakarî kirine derceya wan li axiretê bilind bike.