Kanûn 19, 2020 16:19 Asia/Tehran
  • Heftiyemîn komkeştiya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê ji memûriyeta deryayî vegeriya

Heftiyemîn komkeştiya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê piştîpêkanîna memûriyetên pêspartî li Kendava Eddenê û Tengava Bab ul-Mendebê vegeriya Bender Ebasê li başûrê Îranê.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Emîr edmîral Cefer Tezekur, Fermandarê navçeya yekem ê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê di merasima pêşwaziya ji heftiyemîn Komkeştiya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê pêkhatî ji Keştiya şêrr a Sebelanê û Keştiya piştgir a Lavanê li Bender Ebasê, got: Eva ku keştiyên cengê yên Îranê bi sedan maylî dûrtir ji sînorên welêt jibo dabînkirina ewlehiya xetên pêwendiyên yên keştîvaniyê  bi awayekî çalak amade ne, cihê şanaziyeke mezin e.

Edmîral Tezekur bi gotina vêya ku şopandin û naskirina keştiyên biyanî li nav avên navneteweyî di kêleka parastina berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê ji erkên girîng ên Komkeştiyên şandî bo Kendava Edenê ye, got: Komara Îslamî ya Îranê dê dest ji berjewendiyên xwe nekişîne û henek û mîzaha wê digel tu welat û hêzeke biyanî li navçe û derveyî navçeyê tune.

Fermandarê navçeya yekem ê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Dabînkirina ewlehiya xetên pêwendiya ticarî yên Îranê, Kendava Edenê û tengava Bab ul-Mendebê, gihandina peyama aştî û dostiya Îranêl bo welatên din ên li Kendava Edenê ji armancên memûriyeta heftiyemîn Komkeştiya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bûye.

 

Li gorî vê raporê, Heftî û yekemîn Komkeştiya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê pêkhatî ji keştiya şêrr a Elborzê û keştiya firokehilgir (helîkopterhilgir) a Xarkê jî jibo pêkanîna memûriyetê bo avên dûr hat rêkirin.

 

Serepeyv