Ji duh heta Îro 19ê Kanûnê; 175 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Kanûn 19, 2020 14:33 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 152 hezar û 72 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 875 hezar û 943 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6421 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 152 hezar û 72 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 175 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 53 hezar û 448 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 76 miliyon kesî.