Kanûn 19, 2020 13:50 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Baweriya gel bi kadroya dermanî, bû sebeba filitîna welêt ji pêla sêyem a Koronayê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêla sêyem a Koronayê li welêt gelek sehmnak û giran da zanîn û got: Yekîtî, hevdilî û baeriya gel bi kadroya dermanî, welat ji vê pêla giran filitand.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê  roja Şemiyê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da, tevî sipasiya ji hevrêtî û hevkariya gel di warê berçavgirtina  destûrkarên tendurustiyê û qanûnên dijwar jibo kontrolkirina pêla nû ya nexweşiya Koronayê, got: Xweşbextane bi kiryarên pêkhatî,m tu bajarekî sor li seranserî Îranê nemaye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî sipasiya ji gişt kesên ku di rewşa Koronayê da jibo pêşxistina abor û berhemanîna welêt xebitîn, got: Erênîbûna pêşketina aborî  yawelêt di 6 estpêka îsal (20ê Adarê heta 21ê Kanûnê) tevî nexweşiya Koronayê û boykot û şerê aborî ji şanaziyên gelê mezin ê Îranê ye.

 

Rûhanî her wiha got: Di halekî da ku gelek ji welatan bi belavbûna nexweşiya Koronayê tûşî pirsgirêkên aborî bûn, Îran ji wan welatên hindik bû ku  pêşektina wî ya aborî erênî bûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da bi gotina vêya ku dijmin naxwazin serketin û bêminetiya Komara Îslamî bawer bikin, got: Di salên dawî da 2500 Megawat li elektrîka welêt zêde bûye û bi zûtirkê jî berhemanîna elektrîkê dê bigihêje 20 hezar Megawatî û berhemanîna Gazê jî li welêt bocaran yekem gihîştiye miliyarek mitrên kûp.

 

Serepeyv