Kanûn 19, 2020 11:08 Asia/Tehran
  • Rûhanî Roja Neteweyî ya Qeterê pîroz kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê hatina Roja Neteweyî ya Qeterê li dewlet û gelê vî welatî pîroz kir.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê bi peyamekê bo şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî, Mîrê Qeterê, tevî bibîrxistina pêwendiyên nêzik û dostane yên du welatan, dilniyayî da ku bi saya vîn arayedarên bilind ên Îran û Qeterê ev pêwendiya nêzik di pêşerojê da jî jibo dabînkirina berjewendiyên hevpar ên du gelan were berfirehkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha hêvîdarî kir, hevkairyên dualî di hemî waran da bi bikaranîna zirûfên zehf û şiyanên heyî, zêdetir ji ber berfireh bibe.

Rûhanî jibo dewlet û gelê Qeterê, hêviya tendurustî, serketin û jiyana baş kir.

18ê Kanûnê Roja Neteweyî ya Qeterê ye.

 

Serepeyv