Li Îranê Koronayê canê 178 kesên din jî stand
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 178 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê heya niha can dane gihêşte 53 hezar û 273 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 7 hezar û 121 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 85 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.
Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 145 hezar û 651 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha 865 hezar û 474 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 75 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 650 hezar kesan can dane û zêde ji 53 milyon kes jî baş bûne.