Serleşker Baqirî: Cuxrafyaya siyasî qabiliyeta bûyî hêza sereke dide Cîhana Îslamê
Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Cîhana Îslamê tevî mewqiya jeopolîtîkî û jeostratejîkî û derfet û çavkaniyên xwezayî û mirovî, xwedanê gelek qabiliyetan jibo veguherîna bo hêzeke asta sereke ya cîhanî di pergala jeopolîtîk a cîhanî da ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di Şeşemîn Kongreya Cuxrafîzannên Misilman da got: Ji ber hebûna hin zemîneyan weke belavbûna cuxrafyayê, cihêrengiyên nijadî, mezhebî û zimanî, raman û cûreya pergala siyasî, asta serbixwetiyê û girêdayîbûnên siyasî û aborî, nakokiyên erdî, rikeberiyên navxweyî navbera hêzxurtên sereke yên cîhana îslamê û vexwendina hêzxurtên zorbêj jibo pêkanîna ewlehiyê di qaliba peymanên siyasî, ewlehî û leşkerî da tûşî jihevdûrbûnê bûye û mixabin gelek ji van cihêrengiyan ku dikare hokara tekamul û hevgirtinê bin, bûne hokara duberetî û heta dijminatiyê.
Serleşker Baqirî got: Guherîna desthilatdarên Amerîka û Israîlê, cûreyên nêrînên wan ên dijwar û nerm an bi gotineke din Hesinî û Mexmelî derbarê cîhana Îslamê nîşan daye, bitaybet ku di dora vê dawiyê ku serokomarê Amerîkayê bi bikaranîna gotinên kirêt û qirêj derheqê desthilatdarên Erebistanê ku xwe wek xadimê heremên şerîf dizanin, lê li hemberî van bêrêziyan bêdeng dimînin, nêrînên wiha tam zelal in û her kes dikare teqez li ser dadweriyê bike.
Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser berxwedana yekparçe ya Îslamî li hemberî destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst li hemberî tawana bêbingeh a Hilala Şî'î, got: Vegotina aşkira û berdewam a van komployan û netirsîna ji dêwên medyayî yên istikbarî ji erkên bingehîn ên bijare û zanyarên Cîhana Îslamê ne.
Serleşker Baqirî got: Di warê ewlehiya erdnigariya berfireh a cîhana îslamê li hemberî gefan jî, pêgiriya Komara Îslamî ya Îranê li ser berevanî û ewlehiya ji hundir û nebûna baweriyê bi pêkanîna ewlehiyê ji aliyê biyaniyan û spartina wê bi dijminên Îslamê ye.
Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Valakirina Rojavayê Asyayê ji çekên navokî û dabînkirina berevanî û ewlehiyê bi awayê komî û ji aliyê welatên misilman ên navçeyê dikare bingehek jibo gotûbêjan û berfirehkirina hevkariyan be.
Şeşemîn Kongreya Cuxrafîzannên Misilman îro bi awayê înternetî hat lidarxistin.