Kanûn 17, 2020 15:34 Asia/Tehran
  •  Ji duh heta Îro 17ê Kanûnê; 212 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 138 hezar û 530 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 856 hezar û 513 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7453 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 138 hezar û 530 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 212 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 53 hezar û 95 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 74 miliyon kesî.

 

Serepeyv