Kanûn 17, 2020 13:11 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Yekîtiya neteweyî dijminên Îranê neçar bi teslîmbûnê dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê yekîtiya neteweyî wek ssebeba paşvekişiyan û teslîmbûna dijminên Îranê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di merasima behrewergirtin ji projeyên avedanî û rêveberiya bajaran ên Îranê, got: Em gişt divê jibo yekîtiya neteweyî alîkariyê bikin, ev yekîtiya neteweyî ye ku hêza neteweyî çêdike û yên din neçar dike ku li hemberî gel bejna xwe bitewînin.

Rûhanî got: Berxwedana sêsalî ya miletê Îranê, dê dewleta tê ya Amerîkayê neçar bike ku li hemberî gelê Îranê bi rêzdarî tevbigere û vegere ser sozên xwe û ev boykot bên işkandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser hewildana giştan jibo bêbandorkirin an kêmkirina bandora botkotan, got: Li gorî destûrên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê hewildana giştalî jibo işandina boykotan, dewlet dê hemî şiyana xwe di vî warî da bi kar bîne.

Rûhanî ji gelê Îranê ra got: Berxwedan ûwe dê teqez bibe sebeba teslîmbûna dijmin li hemberî hêa neteweyî.

 

Serepeyv