Kanûn 17, 2020 00:18 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî: Divê Îran di her warî de xurt be

Rêberê giranqedir ê Înqilaba îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê gerek di hemî waran de bihêz be yên wekî aborî, zanist, teknolojî û berevaniyê, da ku dijmin dev ji çavbirdan, tamakarî û destdirêjiya dijî welat berde.

Hz. ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, roja Çarşemê di civînek digel endamên erkana birêvebirina merasima salvegera şehîdbûna serdar sipehbu Qasim Silêmanî, xîtabî karbidest û gel got:Ji bo çareseriya pirsgirêkên gel û avabûna pêşeroja welêt  divê hûn sozên her kesekî bawer nekin, çûnku evana ne sozên yên baş in lê ew sozên ên şerût û xeraban in û divê ji aliyê din ve jî hûn dijminatiyan ji bîr nekin.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî tekez kir: Dijminatî ne tenê ji aliyê  Amerikaya Trump e ku bi çûna wê bi dawî were û biqede, Emerîkaya Obama jî xirabî derheq netewê Îranê kir.

Hz. ayetullah Xamaneyî got: Sê welatên Ewropî (Almanya-Brîtanya-Fransa) jî bedkarî, rûreşî, durûtî û nifaqa tund ji xwe nîşan dan.

Rêberê Înqilaba Îslamî tekez li ser "parastina yekîtiya netewî" kir û bal kişand ser  dengê hevgirtî netewê Îranê li gelek mijaran kir û got: divê karbidestên her sê dezgehên welêt, nemaze serokên wan, divê ku bi hevratî û hevkariyê ber bi zêdebûna xwe, yekîtiya netewî roj bi rojê xurtir bikin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, bi diyarkirina vê rastiyê ku "rakirina dorpêçan di destê dijmin de ye, lê bêbandorkirina wê di destê me de ye" û xîtabî karbidestan got: "Ger hûn bikarin bi rengek rast, aqilane, îranî-îslamî û bi rûmet van boykot û cezayan ji holê rakin divê ku vî karî bikin, lê divê mijara sereke ya karê wê bêbandorkirinar boykot û cezayên ku di destê we de ne bibe.

Serepeyv