Kanûn 13, 2020 13:42 Asia/Tehran
  • Meclîsa Îranê: Gotinên duberetîçêker ên Erdoxên nayên pejirandin

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku ji Serokomarê Tirkiyê çaverêtiya cînaretiya baş û hewildana jibo yekîtiya cîhana îslamê û pêkanîna aştiyê li navçeyê heye, ragihandin: Bikaranîna gotinên duberetîçêker, gellek ecêb e û nayê pejirandin.

Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê Pêncşemiya bihurî (10ê Kanûnê) di cejna serketina şerê Qerebaxê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê helbestek têkildarî Çemê Arazê xwend ku li dijî yekparçetiya axa Îranê tê zanîn.

 

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê tevî şermezarkirinba gotinên tefreqebar û duberetîçêker ên Serokomarê Tirkiyê ragihandin: Hemî misilman umetek in û dewleta Komara Îslamî ya Îranê erkdar e ku siyaseta xwe ya giştî li ser esasa hevpeymanî û yekîtiya gelên misilmann dayne û berdewam bixebite da ku yekîtiya siyasî, aborî û çandî ya cîhana îslamê serê xwe bigire.

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha di vê daxuyaniyê da li ser yekparçetiya ax, av û asimanê Îranê û ramanên bilind ên Înqilaba Îslamî pêgirî kirin.

 

Mewlûd Çawpûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê berêvara roja şemiyê  di têkiliya telefonî digel Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê da, tevî pêgiriya li sser têkiliyên nêzik û dostane navbera du welatan û siyaseta teqil û tekûz a cînareta baş a Enqerê, piştrast kir ku Seerokomarê Tirkiyê rêzê li serwweriya neteweyî û yekparçetiya ax û welatê Îranê digire û derbarê hestyariyên derbarê helbesta xwendî jî haya wî tunebûye û ew tenê têkildarî Laçîn û Qerebaxê dizaniye û ji ber vê yekê di merasima Bakûyê da xwnediye.

Beriya vêya Weareta karên derve ya Îranê qala hazirkirina Balyozê Tirkiyê li Têhranê û ragihandina nerazîtiya tund a Komara Îslamî ya Îranê li dijî gotinên cudatîxwaziyê yên Erdoxên, daxwaza bersiva bilez a dewleta Tirkiyê di vî warî da kiribû.

 

 

Serepeyv