Gotinên Erdoxên li Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê hat şermezarkirin
Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê gotinên duberetîçêker ên Serokomarê Tirkiyê şermezar kir.
Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê Pêncşemiya bihurî (10ê Kanûnê) di cejna serketina şerê Qerebaxê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê helbestek têkildarî Çemê Arazê xwend ku li dijî yekparçetiya axa Îranê tê zanîn.
Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di qada gelemperî ya tevî dayîna hişyariyên devkî û şermezarkirina gotinên duberetîçêker ên serokomarê Tirkiyê, ragihandin: Komara Azerbaycanê û Îranê yekparçetiya axa xwe diparêzin û destwerdan li mewqiyên sînorî, kiryareke ne di cî da ye.
Mewlûd Çawpûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê berêvara roja şemiyê di têkiliya telefonî digel Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê da, tevî pêgiriya li sser têkiliyên nêzik û dostane navbera du welatan û siyaseta teqil û tekûz a cînareta baş a Enqerê, piştrast kir ku Seerokomarê Tirkiyê rêzê li serwweriya neteweyî û yekparçetiya ax û welatê Îranê digire û derbarê hestyariyên derbarê helbesta xwendî jî haya wî tunebûye û ew tenê têkildarî Laçîn û Qerebaxê dizaniye û ji ber vê yekê di merasima Bakûyê da xwnediye.
Beriya vêya Weareta karên derve ya Îranê qala hazirkirina Balyozê Tirkiyê li Têhranê û ragihandina nerazîtiya tund a Komara Îslamî ya Îranê li dijî gotinên cudatîxwaziyê yên Erdoxên, daxwaza bersiva bilez a dewleta Tirkiyê di vî warî da kiribû.