Mîtînga gelê Tewrîzê wekî bersiva gotinên cûdaxwazî yên serokomarê Tirkiyê
Komek mirovên li Tewrîzê, paytexta Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat, bakurê rojavayê Îranê, jibo bersivdana gotinên cûdaxwazî yên Serokomarê Tirkiyê, mitîngek protestoyî li dar xistin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îran Press, xwepêşanderên Tewrîzê roja şemiyê li ber Konsolosxana Tirkiyê ya li Tewrîzê kom bûn û tekez li ser yekparçetiya axa Îranê, pêşengbûna Azerbaycanê di warê parastina welat û nasnama neteweyî de sekinîn û daxuyaniyên cûdabûn û etnîkî red kirin.
Erdogan roja Pêncşemê ji bo beşdarî di merasîma leşkerî ya hêzên Komara Azerbaycanê de bi minasebeta rizgarkirina erdên bin kontrola Ermenistan çûbû Bakûyê û di vê merasîmê de ku Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev jî beşdar bû, wî helbestek bi armanca cudaxwaziyê xwend, bêyî ku bizane armanca wê helbestên veqetîna bi zorê ya herêmên bakurê Arasê ji welatê wan a sereke anku Îranê ye.
Ev kiryara Erdogan ku ji bu xwefilitandina ji pirsgirkên navxweyî dest daniye ser provaksiyonên nijadperestî û şovonîstî, rastî bertekekên tund û tûj ji aliyê karbidestên îranî û bikarhênerên îranî li fezaya sayberî û tûrên civakî yên wekî Twitterê hat.
Wezareta Derve ya Îranê roja Înê hate gazî kirin bo wezareta karên derve û balyozê tirk derbarê nerizamendiya tundî a Îranê derbarê mudaxileya hanê hate serwextkirin û Komara Îslamî ya Îranê xwest ku bila hikûmeta Tirkiyê di vî warî de bilez îfade û şiroveya pêwîst pêşkêş bike.