Kanûn 11, 2020 15:46 Asia/Tehran
  • Ji duh heta Îro 11ê Kanûnê; 232 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 92 hezar û 617 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 787 hezar û 853 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 9594 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 92 hezar û 617 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 232 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 51 hezar û 728 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 70 miliyon kesî.

 

Serepeyv