Rêhesina Xaf-Herat bi amadebûna serokên Îran û Efganistanê hate xebitandin
Rêhesina Xaf-Herat a bi dirêjahiya 140 km bi beşdariya Vîdeo-konferansê ya Serokomarên Îran û Efganistanê hate xebitandin.
Li gorî IRNAyê,Serokê Komara Îslamî ya Îranê "Hesen Rûhanî" îro Pêncşemiyê li merasima xebitandina fermî ya rêhesina Xaf-Heratê, xîtabî Serokomar û gelê Efxanîstanê kir û got: "Roja îro geşedan û ji holêrakirina pirsgirêkên du neteweyên mezin ên Efganistan û Îranê ye; Du neteweyên ku ji kokek, dîrokek, çandek û herêmekê ne û di tevahiya dîrokê de hertim biratî û cîrantiya xwe wekî hevalên herî baş parastine.
Rûhanî herwiha got: peywendîyên Îran û Efganistanê hertim bi riya dil, bîr û çand, tevger û hewildanan bûye û roja îro yek ji wan rojên dîrokî di çarçova pêwendîyên her du neteweyên mezin yên Îran û Afganistanê de ye.
Serokokarê Afganistanê, Mihemed Eşref Genî jî, di merasîma vekirina riya hesinî ya Xaf-Herat de, jibo her du welatan projeyek dîrokî û heyatî bi nav kir û got: "Vekirina vê riya girîng, encama hewildanên bê rawestan ên her du welatan e di pêwendiya herêmî û Ji bo pêşkeftina aborî ya pêşerojê.
Xebitandina rêhesina Xaf-Heratê gavek girîng e di geşepêdana şebekeya rêylî(riya hesinî) de ku di dema pêşdaxistina rojhilatê welêt de dikare para Îranê di veguhastina kel û pelan di navbera Ewropa û Asyayê de zêde bike û pêgeha Komara Îslamî ya Îranê di korîdorên rojhilat-rojava de xurt bike.
Çêkirina xeta hesinî ya Xaf-Herat, wekî şeşemîn rêhesina sînorî ya Îranê digel cîranên xwe yên li herêmê, yek ji wan projeyên girîng ên binesaziyê ye ku dê di aborî û pêşkeftina Îran û Efganistanê de roleke mezin bilîze.