Kanûn 10, 2020 17:20 Asia/Tehran
  • Heyeta Dewletê ya Îranê qanûnek pejirand ku li gor wê av û elekterîk ji bo bikarberên kêmmesref belaş dibe

Heyeta Dewletê ya Îranê qanûnek pejirand ku pişkdarên elekterîka malan ger elekterîkê kêmtir ji asta diyarkirî bikar bînin elekterîk ji wan re belaş dibe.

Li gor IRNA, li civîna Heyeta Dewletê ya Îranê bi serokatiya serokomar Hesen Ruhanî, duh li rûniştina xwe bi pejirandina pêşnûmayekê elekterîka malên kêm mesref belaş kir.

Heyeta Dewletê herwiha di civîna xwe ya duh ji bo ku kêmmesrefkirin bibe çandek biryar da ku ji bo teşwîqkirina bikarberên avê jî yên ku ava wan ji asta diyarkirî kêmtir bibe, avê bike belaş. 

Biryarên hanê derbarê av û elekterîkê malên ku hertim akinciyên xwe hene yên li bajar û gundan herwiha deverê eşîrenişîn û obeyan tê bikar anîn û malên ku di demsalek an li mideheke kêm tên bikranîn wek bax û vîlayên demkî vê qanûnê nagire ber xwe.

Serepeyv